2’yemîn “Sempozyuma Firat û Reng’ li Reqayê dewm e.”
Hevserokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya kantona Reqayê got: “2`yemîn Sempozyuma Firat û Reng di xurtkirina çanda hevbeş, hezkirin û aştiyê roleke mezin dilîze.”
Hesen Mistefa diyar kir ku Sempozyum diyardeyeke hunerî ya şêwekariyê ya taybet bi Reqayê ye û got: “Armanca lidarxistina sempozyumê pêşxistina tevgera şêwekariyê bi rêya parvekirina tecrubeyên şêwekaran e.”
Mistefa hêvî kir ku sempozyum bibe modelek ku li kantonên din li dar bikeve û wiha pê de çû: “Lidarxistina sempozyumên wiha, dê roleke mezin di pêşxistina hunera şêwekariyê de ava bikin.”