“Girtiyên siyasî azadî û çareseriyê dixwazin”

Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtina bi girtiyên greva birçîbunê de girtiyan daxwaza xwe anîn ziman û gotin: “Heya ku daxwazên me neyê bicîh anîn wê çalakiya me bi biryardarî bidome”

Di 27’ê mijdarê de ji 100’an zêdetir girtîgehan de bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêbêr Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê yên dorveger hatin destpêkirin.

Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê bi muwekîlên xwe yên di greva birçîbûnê de ne hevdîtin pêk anîn û daxwazên wan ji raya giştî re parvekirin.

Halîl Coşkun: Girtî bibiryar in

Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê Halîl Coşkûn balkişand li ser daxwazên muvekîlên xwe û ev nirxandin kir:

“Birêz Abdullah Ocalan ev 4 salin bi tu awayî bi parêzên xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne.

Daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê daxwazên di çarçoveya Destûra Bingehîn û li gorî Kanûnên Înfazê ne.

Lê bele dewlet, Wezareta Karên Hundirîn û Wezareta Dadê bi tu awayî gav naavêjin.

Muwekîlên me diyar kirin ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bi awayekî cudatir berdewam bike.”

Onûr Can Aykût: Divê tecrîd were rakirin

Parêzer Onûr Can Aykût jî da zanîn ku di girtîgehan de gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn û got:

“Di mijara tecrîdê de êdî kêr gihaye hestî

Girtî di daxwazên xwe de bibîryar in û divê daxwazên wan werin qebûlkirin.

Di heman demê de girtiyan diyar kirin ku wê çalakiya xwe heya ku encam bi dest bixin wê bidomînin.

Îmdat Ateş: Divê raya giştî bibe dengê girtiyan

Parêzer Îmdat Ateş jî bilêv kir ku ev demeke dirêje di girtîgehan de binpêkirinên mafan tên jiyîn û got:

“Girtî dixwazin daxwazên wan di raya giştî de werin rojevê û deng vedin.

Ji ber ku ev çalakî ji bo ku pirsgirêk werin rojevê, wek çareseriya dawî tê dîtin.

Lêbelê xemsariya rêveberiyên ku guh nadin pirsgirêkan girtîgehan û zêdekirina zextan dibe sedema belavbûna çalakiyên grevên birçîbûnê.

Di heman demê de girti di çalakiya xwe de bi moral û bi israrin.”

”Serokatî rûmeta me ye..Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derkevin”

Back to top button