Beşdarên Şêwekariyê: Bi rizgariya herêmê re huner jî pêşket

Hunermendên şêwekar ên sempozyuma “Firat û Reng 2” a li kantona Reqayê diyarkir ku piştî rizgarkirina reqayê êdî huner careke din hate vejandin
Her wiha wan diyar kir ku hunermend bi tablo û xêzên xwe rastiyê dixemlîne.
Beşdarên sempozyumê: Bi tabloyên xwe em kultûrê xurt dikin.

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê di 13’yê Kanûnê de sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya “Firat û Reng 2” li darxist.

Hin hunermendan der barê sempozyumê de ji ajansa hawarê re axivîn.

Şêwekar Şaban El Îdo destnîşan li piştî rizgarkirina herêma niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê huner pêş dikeveetiye û êdî li pêşangeha salane ya li Qamişlo cih digire. Ji 180 heta 200 hunermendên ji seranserî Sûriyeyê û li ser astên bilind beşdar dibin.

Her wiha hunermend Nahid El Hindî jî got: “Em hunermendên şêwekar ji civakê giştî re peyama hezkirin û aştiyê nîşan pêşkêş dikin.”

Back to top button