Çîrokeke têkoşînê Sebîha Mihemed: Ez bi keda destê xwe 6 sêwiyan xwedî dikim

Sebîha Mihemed ji bo ku debara malbata xwe peyda bike, fêrî sererastkirina papûr û sobeyan bûye û bi keda destê xwe 6 zarokên xwe yê sêwî xwedî dike.

Sebîha Mihemed (40) jineke têkoşer e û li rex xwedîkirina 6 zarokan di sererastkirina papûr û sobeyan de jî kar dike.

Ji gundekî Ezazê ya dagirkirî ye. Tevî hevjîn û zarokên xwe bar kiriye Reqayê, lê belê beriya 2 salan hevjînê wê ji ber nexweşiyê wefat kir.

Sebîha li taxa El Mişleb dimîne. Ji bo peydakirina debarê û pêdiviyên zarokên xwe, rojane 3 kîlometreyan dimeşe heta bigihêje dikana xwe ya li taxa Rimêle.

Li rex sererastkirina papûr û sobeyan, Sebîha karê spîkeriyê jî dike.

Der barê karê xwe de Sebîhayê got: “Hevjînê min ji ber kanserê wefat kir. Lê beriya wefat bike, ev pîşe fêrî min kir, ji bo ku debara xwe û pêdiviyên zarokên xwe peyda bikim.”

Sebîhayê wiha li gotinên xwe zêde kir: “Ez bi xwe serbilind im, ji ber ku dikarim kar bikim, pêdiviyên zarokên xwe peyda bikim. Ruxmî ku karekî zehmet e, lê belê ji parsê bi sed carî baştir e.”

Back to top button