Bîroya Parastinê temenê kesên ku Erka Xweparstinê li wan dikeve diyar kir

Bîroya Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi giştînameyekê temenê kesên ku divê ku Erka Xweparastinê pêk bînin, diyar kir.

Bîroyê di giştînameya hejmar 5 de, diyar kir ku li gorî madeya /1/ ji qanûna Erka Xweparastinê, kesên ku dîroka jidayîkbûna wan ji 1/1/1990 heta 1/1/2003 divê Erka Xweparastinê pêk bînin.

Bîroyê di giştînameyê de daxwaz ji kesên ku Erka Xweparastinê dikeve ser milê wan kir ku serlêdana navendên Erka Xweparastinê bikin da ku defterên xizmeta leşkerî çêkin û rewşa xwe ya xizmeta leşkerî li gorî zagona Erka Xweparastinê çareser bikin.

Back to top button