Çekdarên Talîban li cihên stratejîk yên Efxanistanê bendan çêdike

Bi despêkirina vekişîna hêzên NATO û DYA yên li Efxanistanê re, Talîban hêza xwe zêde dike.
Çekdarên Talîbanê li herêmên ku vekişîn lê despêkirî, bendên xwe çêdikin.

Li gorî nûçeya The Washington Post, li rêya ku diçe paytext Kabîl û ji wir jî li gelek herêmên din belav dibe, çekdarên Talbanê bendên kontrolê avakirine.

Li ser rêya sereke ya li bakur-başûr 10 bendên sereke hene.

Gelek bendên ku leşkerên DYA jê vekişiyane vale mane.

Çekdarên Talîbanê jî van bendan weke serkeftina xwe nîşan dide.

Ev yek ji bo hikumeta Kabîl ya lewaz bûyî weke derbekê tê dîtin.

Ev bendên têne avakirin jî ji bo gelek bajarokên bi tenê werin hiştin û derfetên destê hikumeta Efxanistanê de werin kêmkirin, tê bikaranîn.

Çapemeniya herêmî jî diyar dikin ku ji pêşema derbasbûyî ve hêzên NATO dest bi vekişînê kiriye.

DYA jî ragihandibû ku wê vekişîn 11 Îlonê bi giştî pêk were.

Back to top button