HPG: 12 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê ji hewayî û bejahî bi çalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide.HPG’ê ragihand li Zap, Metîna, Avaşîn û Amedê 12 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedaneke mezin bersiva êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşan û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji Amedê heta Zapê, Metîna û Avaşînê destaneke dîrokî ya berxwedanê dinivîse û ji hewayî û ji bejahî derbên giran li artêşa Tirk a dagireker dixe.

HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de ev agahî parve kir;

“Di 9’ê Çileya 2021 de li Qada Şehîd Kendal a eyaleta Amedê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Hêzên me komeke dagirker a operasyonê xistin bin kontrola xwe û lê da. Di vê çalakiyê de b 3 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 14’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li Qada Şehîd Kendal a Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran rû da. Di van şeran de gelek dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 2’ê Gulanê de li Girê Zendûra ya herêma Metîna bi awayekî serketî li dagirkeran daye.

HPG’ê diyar di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de, 2’ê Gulanê gerîla li dagirkerên ku xwestine bi bombeyên gazê têkevin çeperên şer ên li Girê Zendûra ya Metînayê, xistin.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî ev agahî parve kir,

“Di 2’ê Gulanê de li dagirkerên li Girê Şehîd Dilgeş a qada Mervanosê ya Avaşînê hatiye xistin û 3 dagirker hatine cezakirin.
Di 2’ê Gulanê de hêzên dagirker xwestine ber bi Cîloya Biçûk a Zapê bi pêş ve werin. Hêzên me li vê komê dan û 5 dagirker hatine kuştin.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî asta şer û berxwedanê ya gerîla nikarin encamê bi dest bixin çeperên şer yên herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi balafirên şer û helîkopteran û bombeyên kîmyewî bombebaran kirin.

HPG’ê da zanîn ji ber bombebaranê ti ziyan bi hêzên gerîla nebûye.

Back to top button