Xelkê Şengalê: Em ê ti carî xiyaneta PDK’ê ji bîr nekin

Xelkê Şengalê di salvegera 4’emîn a êrişa li ser Xanesorê de meşiyan û diyar kirin wê ti carî xiyaneta PDK’ê ji bîr nekin.
Rêveberên civaka Êzidî jî di peyaman diyar kirin ku ew ji gefên çeteyên roj, mît’ê û pdk’ê natirsin û wê ti carî axa xwe jî neterikînin.

Îro salvegera 4’emîn a êrîşa li ser Xanesorê ye.

3’ê Adara 2017’an çeteyên PDK’ê yên ku navê ‘pêşmergeyên roj’ li xwe kiribûn, ji bo armanca dewleta Tirk pêk bînin êrîşê Xanesorê kirin. Endama TAJÊ Nazê Naîf û rojnameger Nujiyan Erhan jî di nav de 10 Şengalî şehîd bibûn.

Xelkê Şengalê îro li Xanesorê bi meşekî xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Girseya gel ku li navenda Xanesorê li hev civiyan, bi pankart, wêneyên şehîdan û dirûşmên “Bimire xiyanet” ber bi devera ku çekdarên PDK’ê êriş kiribûn, meşiyan.

Li cihê ku rîş destpêkir meş veguherî mîtîngê.

Li wir di serî de daxuyaniya Malbatên Şehîdan hate xwendin û di daxuyaniyê de xiyaneta PDK’ hate şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Bi alîkariya MÎT’ê û çeteyên Roj xwestin komkujiya DAIŞ’ê bibin serî.

Lê belê keç û xortên Êzidî yên ku bi bîr û baweriya Êzidatiyê mezin bûn û bi felsefeya Rêber Apo hatibûn perwerde kirin û rêxistin kirin bi berxwedaniya xwe û sekina xwe ya qehremanî û bi fedekariya xwe êrîş vala derxistin û nehiştin bigihin armancê xwe”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ), PADÊ û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî axaftin hatin kirin.

Back to top button