Greva birçîbûnê li girtîgehên dewleta Tirk di roja 97’an de ye

Li dijî tecrîda ser Rêber Apo çalakiyên greva birçîbûnê yên li zindanên dewleta di roja 97’an de dewam dike.
Koordînasyona Çavdêr a Greva Birçîbûnê banga xwedî derketina li berxwedana zîndanan kir.
Li Amedê jî, çalakiya HDP’iyan a ji bo piştgirîya berxwedana zindanan, ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan 27’ê Mijdara 2020’an hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya bêdem û dorveger ku li 107 girtîgehan dest pê kirî, ji aliyê koma 20’an di roja 97’an de dewam dike.

Her wiha li gel malbatên girtiyan, siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan jî balê dikişînin ser girîngiya çalakiyê û banga hestiyariyê dikin.

Koordînasyona Çavdêr a Marmarayê: Xwedî li berxwedana girtiyan derkevin

Koordînasyona Çavdêr a Marmarayê ya Greva Birçîbûnê têkilî greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li Imraliyê dest pê kirî li Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Koordînasyona Çavdêr a Marmarayê bal kişande ser tecrîda ku ev 22 sal in li Imaliyê didome, bang li civakê kir ku li berxwedana girtiyan xwedî derkevin.

Polîsên Tirk çalakiya HDp’iyan li Amedê asteng kir

Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî, ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya li girtîgehan xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê ji aliyê polîsan ve dayîna daxuyaniyê hat qedexekirin.

Polîsan diyar kirin ku ji ber daxuyanî li dijî tecrîdê ye wê destûrê nedin.

Komê jî bi çepik û tilîliyan ev astengî şermezar kir û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Back to top button