Ji ber Corona perçeyên Kurdistanê bandora xwe dide xuyakirin.

Corona ya bi rengekî metirsîdar belav dibe, li perçeyên Kurdistanê jî bandora xwe dide xuyakirin.

Li Tirkiyê ji ber belavbûna vîrûsê, gelek dever ketine bin çavdêriyê.

Li Îranê jimara kesên bi vîrûsê ketine, 50 hezar derbas kir û li Rojhilatê Kurdistanê jî zarokeke ku bi vîrûsê ketî, ji dayik bû.

 

Li Iraqê 2 kesênd in bi vîrûsê mirin

Vîrûsa corona hîna li welatên herêmê belav dibe.

Li Iraqê îro ji ber vîrûsê 2 kes mirin û 44 kes jî nû bi vîrûsê ketin.

Li başûrê kurdistanê rewşên nû hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 2 kesên din bi vîrûsa ketine.

Li gorî wezaretê yek jê jinek 30 salî ye û yê din jî ciwanek 25 salî ye.

Rêveberiya Tenduristiya Kerkûkê jî ragihand ku li Kerkûkê 5 kesên din bi vîrûsê ketine.

Gelek dever di bin çavdêriyê de ne

Jimara kesên bi vîrûsê dikevin, li Tirkiyê jî roj bi roj bilind dibe.

Piştî kesên ji Hecê û derveyî welat hatin Tirkiyê vîrûsa koronayê li çar aliyê Tirkiyê belav bû.

Dewletê diyar kir ku li welat 15 hezar û 679 kes bi vîrusê ketine û 277 kes jî mirine.

Tê diyarkirin ku bîlançoya nexweş û miriyan a li Tirkiyê tê veşartin.

Kesên ku agahiyên rast didin an tên binçavkirin an jî ji kar tên avêtin.

Li 26 bajarên Tirkiyê bi giştî li 335 tax, bajarok, gund û mezra ji ber vîrûsa coronayê di çavdêriyê de ne.

 

“bila desteyên serbixwe biçin girtîgehan û tedbîr bên girtin”

Bi belavbûna vîrûsê li Tirkiyê, metirsiyeke mezin li ser jiyana girtiyan jî heye.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxê Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku vîrûsa Coronayê dibe ku li girtîgehan bibe sedema rewşine giran.

Încîn anî ziman ku bila desteyên serbixwe biçin girtîgehan û tedbîrên pêwîst bên girtin.

Malbatên Girtiyan: Ji bo cenaze dernekevin, bêdeng nemînin

Malbatên girtiyan jî ji bo rewşa zarokên xwe bi fikar in.

Malbat daxwazin ku qanûna înfazê ya ku AKP’ê anî meclisê, were guhertin û hemû girtî wek hev ji zagonan sûd bigirin û bi lez bêne berdan.

Leyla guven: Divê deriyên girtîgehan bên vekirin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven xwest ku hêj komkujî çênebûyî deriyê girtîgehan bêne vekirin û got:

“Li gelek welatan tedbîr hatin girtin û deriyê girtîgehan hat vekirin.

Lê hêj li Tirkiyê deriyê girtîgehan nehetiye vekirin.”

Li ranê jimara kesên bi vîrûsê ketine 50 hezar derbas kir

Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawî de 124 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Heta niha bi giştî 3 hezar û 160 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi giştî jimara kesên bi vîrûsê ketine li Îranê gihîşt 50 hezar û 468 kesan.

16 hezar û 711 kes jî baş bûne.

Li Rojhilatê Kurdistanê zarokek bi Corona ketî ji dayik bû

Li Rojhilatê Kurdistanê bûyereke ku di serdema corona de pir nayê dîtin, pêk hat.

Hate ragihandin ku li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê zarokek bi vîrûsa korona ketî ji dayik bû.

Back to top button