Rûspiyên êla El Wehib ên li kantona Tebqayê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û bêdengiya rêxistinên mirovî yên ku tenê li êşên şêniyan temaşe dikin, şermezar kir.
Rûspiyê êla El Wehib Cemal El Nihêtir polîtîka hikûmeta şamê şermezar kir û ev nirxandin kir:
“Hikumeta Şamê li şûna ku aloziyê çareser bike, bi rêya tengavkirin û dorpêçkirina sûriyeyiyan û siyaseta birçîkirinê, rewşê aloztir dike.
Hikumeta Şamê tenê bi armanca şikandina vîna gel û koçberkirina wî, vê siyasetê dimeşîne.
Hikumeta Şamê bi van gavan hewil dide projeya demokratîk a herêmê û destkeftiyên şehîdan têk bibin, lê belê bi saya hevgirtina gelan nikarin tiştekî bikin.”
Şêx Ferhan El Emale jî got: “Ev nîşaneya karesateke mirovî ye. Dewleta Tirk dikuje, hikumeta Şamê dorpêç dike, van kiryaran li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê dikin.
Em wisa bê deng namînin, em ê hewl bidin vê dorpêçê bi dawî bikin.”