Li başûrê Rûsyayê bahoza sedsalê

Li başûrê Rûsyayê ji ber bahoza mezin a ku bayekî xurt û pêlên deryayê yên bilind rabû, bandoreke giran li başûrê welêt û nîvgirava Qirimê kir.

Şert û mercên nebaş ên hewayê ku ji aliyê medya Rûs ve weke ‘bahoza sedsalê’ û ‘bahoza mega’ hate pênasekirin, li gorî servîsên lezgîn roja Yekşemê hîn giran bû.

Li gorî şaxê herêmî yê Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê, li herêma Krasnodarê ku bajarokên peravî yên navdar Soçî û Anapa lê ne, bi sedan dar û avaniyên metal ji ber ba hilweşiyan û gelek kes birîndar bûn.

Li Soçiyê ji ber ku dar bi ser rêya trenê ket, çûn û hatina trenan sekinî.

Li Qirimê pêlên Derya Reş gihaştin rêyên bejahî.

Waliyê Qirimê Sergey Aksîonov li ser Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên roja Duşemê weke roja bêhnvedanê hatiye ragihandin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûs, şêwirmendê Aksîonov Oleg Krîoûtchkov diyar kir ku ji ber bahozê li Qirimê 500 hezar kes bê elektrîk man.

Back to top button