Keştîgeha Awustralyayê çalakiyên sivîl

Li Awustralyayê keştîgeha Newcastle ku keştîgeha komirê ye çalakiyên sivîl pêk hat.
Nêzî 3 hezar kesê ku çar aliyên Awustralyayê ji bo çalakiyê hatibûn, polîsan ji çalakiya 30 saetan destûr dabû.
Lê piştî saetên çalakiyê qediya kesên ku xwestin li çalakiyê bidomînin ji wan 109 kes hatin binçavkirin.
Koma Risin Tide diyar kir ku çalakiya wan di dîroka Awustralyayê de çalakiya herî mezin a ji bo avhewayê ye.

Çalakvanên avhewayê ya Awustralyayê keştîgeha Newcastle ku keştîgeha komirê ya herî mezin a cîhanê ye çalakî pêk anîn û bazarganiya komirê asteng kirin.

Bi sedan çalakvan bi avjeniyê trafîka keştiyên li keştîgehê 2 rojan dan sekinandin.

Pêkhateyên bi navê Rising Tide ku çalakiyê bi rêxistin kirin, îdda kirin ku bi çalakiyan derketina komirê ku bi nirxê nîv mîlyon ton e ji derketina welêt asteng kirine.

109 çalakvan hatin binçavkirin

Awustralyayê li cîhanê welateke ku di hinardekirina komirê de rêza duyemîn e û pêdiviyên xwe yê elektrîkê jî bi şewitandina fosîlan didebirîne.

Keştîgeha Newcastle ku 170 kîlometir nêzî Sydneyê ye, keştîgeheke herî girîng ê welêt e.

Nêzî 3 hezar kesê ku çar aliyên Awustralyayê ji bo çalakiyê hatibûn, polîsan ji çalakiya 30 saetan destûr dabû.

Lê belê piştî saetên çalakiyê qediya kesên ku xwestin li çalakiyê bidomînin ji wan 109 kes hatin binçavkirin.

Koma Risin Tide diyar kir ku çalakiya wan di dîroka Awustralyayê de çalakiya herî mezin a ji bo avhewayê ye.

Zîrveya guhertina avhewayê ya cîhanî li Dubaî pêk were

Zîrveya guhertina avhewayê ya cîhanî COP28 wê roja Pêncşemê li Dubaî dest pê bike.

Koma Rising Tide ji hikumeta Awustralyayê daxwaz dike ku ji bazarganiya komirê re baceyê bîne û hemû projeyên nû yê şewitandina fosîlan jî betal bike.

Awustralya di mijara guhertina avhewayê de yek ji welatên ku pir giran tevdigere ye.

Lê Serokwezîr Anthony Albanese dema sala 2022’yan hatibû hilbijartin, soz dabû ku ji bo emîsyona karbonê kêm bike tevlî hewldana kurewî bibe.

Hikumeta Albanese, armanca xwe yê ku heya 2030 emîsyona karbonê sedî 26-28 kêm bikira, berovajî sedî 43 bilind kir.

Back to top button