Li Meksîka êrîşa çekdarî pêk hat

Li Meksîkayê êrîşa çekdarî pêkhat
Di êrîşê de 9 kesan jiyana xwe ji destan
Serdozgeriya eyaletê têkildarî êrişê lêpirsîn da destpêkirin.

Li Meksikayê di encama êrişek çekdarî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Eyaleta Oaxaca ya Meksîkayê li dijî rêwiyên di wesayîtekê de êrişa çekdarî hate kirin.

Li bajarê girêdayî eyaletê Guadalupeyê kesên nasnameya wan nediyar li dijî wesayîta di rê de diçû kemîn danîn.

Di êrîşa çekdarî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî agahiyan di encama êrişê de li cihê bûyerê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jê jin bi giştî 4 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrişê, gelek tîmên polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Kesên di êrişê de birîndar bûne jî şandin nexweşxaneya li eyaletê.

Serdozgeriya eyaletê têkildarî êrişê lêpirsîn da destpêkirin.

Tê texmînkirin ku sedema êrişê, “hesabpirsîna çeteyan a navxeyî” be.

Back to top button