Ji bo pêkanîna pilana xwe ya Tirkkirina herêmên Sûrî, bi taybetî Efrîn, dewleta Tirk a dagirker giranî daye mijara ol û perwerdeyê.
Niha li Efrînê idyolojiya AKP di hişê Efrîniyên ku di warên xwe de mane, tê çandin û sepandin.
Ji bo pêkanîna vê ideolojiyê, dagirkeriya Tirk hişmendiya olî bi awayekî Osmanî li ser Efrînê ferz dike.
Ji bilî hemû binpêkirinên rojane yên tên kirin, dewleta Tirk a dagirker dest bi dagirkirina hişmendî kiriye.
Li gel lêkirina dîwarê perçekirinê, Komelya bi navê “Şebab EL-Huda” ango (ciwanên hîdayetê) çalakiyên xwe li Efrînê fireh dike.
Komeleyê bi daxuyaniyekê ragihand ku navbera 2018 û 2019, wan korsên perwerdeya olî ji zarok û ciwanên Efrînê re vekirin.
Komeleyê qala jinûveavakirina mizgeftan û çalakiyên meha Remezanê jî kir.
DI NAVA 15 ROJAN DE 300 ZAROK DERBASÎ KORSÊN OLÎ KIRIN
Sekreterê Komeleya “Şebab EL-Huda”, Xalid Demirel diyar kir ku di nava 15 rojan de, wan koresên perwerdeya olî ji 300 zarok, 750 zilam û 400 jin re vekirine.
Tê zanîn, Komeleya “Şebab EL-Huda” bi Weqfa Tirk a olê re di nava koordinasyonê de ye.
Ji rojên despêkê yên dagirkirina Efrînê, dewleta dagirker rêbazên nû yên dagirkirinê diafirîne.
KOÇKIRINA HEMÛ EFRÎNIYAN ARMANCA SEREKE YA DAGIRKERIYA TIRK E
Armanc ji vê yekê jî, koçberkirina şêniyên mayî ye, da ku pêvajoya guhertina demografîk bi temamî li Efrînê pêk bîne û bi ser bixîne.
Bi dagirkirina Efrînê û beriya wê, herêmên din ên bakurê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker bi lez hemû sazî û dezgehên xwe derbasî wan herêman kir.
Bi vî awayî rûyekî nû yê dagirkirineke kevn eşkere dibe.
Dest danî ser xaniyan, navên gund û kolana Tirk kir û danûstandina bi lîreya Tirk sepand.
Her wiha bi sedan xwendekar ji Idlibê anîn û li Efrînê bi cih kirin.
Ji bo peyîtandina projeya Tirkkirin û dagirkirina hişmendî, hewl dide niha zanîngehan jî li herêmên dagirkirî veke.