Teleskopa Fezayê ya James Webb li gerstêrka nêzî Jupîterê av û metan dît

Teleskopa Fezayê ya James Webb li gerstêrka nêzî Jupîterê av û metan tespît kir
Zanyaran derbarê mijarê de dibêjin li gerstêrkan cara yekê ye nîşaneya metanê dibînin
Li aliyek din Teleskopa James Webb, mehên borî di gerstêrkên bi navê K12-18b de jî molekûlek bi vî rengî keşif kiribû.

Teleskopa Fezayê ya James Webb, di atmosfêra gerstêrkeke mîna Jupîterê ku nêzî 163 sala şewqê de xaza metanê û bûhara avê tespît kir.

Keşfa ku bi pêşengiya NASA’yê hatiye kirin, nîşan dide Teleskopa James Webb ku ji aliyê hin welatan tê çêkirin bi çi awayî tespîtên dijwar dike, datîne pêş çawan.

Zanyar Luis Welbanks a Zanîngeha Eyaleta Arîzona yê Amerîkayê ye, dibêje “Gerstêrka ku li pêşiya stêrkan derbas dibû me cara yekê nîşaneya metanê dît.”

Welbanks da zanîn ku keşfekî wiha mîna li gerstêrkên Jupîter û Saturnê ku di Pergala Rojê de ne bê kirin tenê 50 sal berê gengaz dibe.

Michael Line ji Dibistana Lêkolînên Dinya û Fezayê ye derbarê mijarê de wiha bilêv kir:

“Me bawer dikir gerstêrkên ku metan lê zêde ye, beriya teleskopa James Webb’ê dikarin ji aliyê teleskopa fezayê ya Hubble tespît bikin.”

Her wiha Line diyar kir ku ew bendewariyên wan radeyek mezin vala derket.

Gerstêrka WASP-80b weke Jupîtera Germ tê senifandin

Li aliyek din Teleskopa James Webb ne tenê li atmosfêrê metan keşîf kiriye, mehên borî di gerstêrkên bi navê K12-18b de jî molekûlek bi vî rengî keşif kiribû.

Gerstêrka WASP-80b ku keşîf lê hatiye kirin weke “Jupîtera germ” tê senifandin.

Her çiqas bi gelek taybetmendiyên xwe ve dişibe Jupîterê, berovajî radeya dawî nêzî stêrka sereke ya xwe ye.

Li gorî mirovên zanyar ev yek dişibe tespîtkirina mûyê porê kesekî ku 14,5 kîlometir ji dûr ve tespît dike.

Nêzîkbûna WASP-80 b li stêrkê, dibe sedema ku germahiya seranserê gerstêrkê derkeve 552 pileyê.

Weke tê zanîn li Jupîterê germahî heya pileya -148 ketiye.

Back to top button