Ji bo sivkirina barê malbatên xizan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê dest bi belavkirina selikên xwarinê li malbatên xizan bike.
Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser ragihand ku bi sedema belavbûna vîrûsa Corona li herêmê û rawistandina kar, dê alîkariyan li ser kesên xizan werin balavkirin.
Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kar Faroq El-Maşî diyar kir ku ev alîkarî dê li ser kesên ku dahatiyên wan bisînor û karkerên rojane ne, were belev kirin.
Alîkarî dê bi rêya Deste û komîteyên li herêmên bakurê û rojhilatê Sûriyê bigihîjin komînan, da ku radestî malbatên xizan bibin.