
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 8 kesên din bi Vîrûsa Coronayê mirin û 304 kes jî pêketin.
Desteya Tenduristiya ya herêmê ragihand ku li herêmê di nava 24 saetên derbasbûyî de, 8 kesên din bi Coronayê mirin û 304 jî pêketin.
Desteyê diyar kir ku 6 kes jî ji vîrûsê baş bûne.
Heta niha li herêmê 13 hezar û 883 kes bi Coronayê ketine, ji wan 456 kes mirine û hezar û 436 kes jî baş bûne.