Li Misirê careke din qezaya trenê û careke din komkujî. Di qezaya trenê ya li bajarê Kalyubiye de, bi dehan kes mirin û sedan jî birîndar bûn.
Li bajarê Kalyubiye yê Misirê tren ji rêderket.
Li gorî agahiyên despêkê hatine belavkirin herî kêm 32 kes mirine û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne.
Li Misirê gelek caran ji ber nebaşbûna ewlehî û binesaziya rê qazayên trafîkê rû didin.
Li gorî daneyên ku ajansa îstatîstîkê ya fermî a dewletê belav kiriye, 2019’an nêzî 10 hezar qazayên trafîkê pêk hatine û di wan qezayan de zêdetirî 3 hezar û 480 kes jiyana xwe ji dest dane.
2018 an jî di 8 hezar 480 qazayên trafîkê de 3 hezar û 80 kes mirine.