Çeteyên Newaf El Beşîr û Dîfa El Wetenî hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê, bi taybetî ya Dêrazorê xirab bikin.
Ev çete êrişê nirxê gel, Goristana Şehîdan Şehîdên Firatê ya li Hecînê kirin û goristanê wêran kirin.
Di goristanê de cenazeyên 16 şervanên QSD′ê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hene.
Di dîmenekî de ku ajansa ANHA’yê bi dest xistiye, diyar dibe çawa çeteyên Newaf El Beşîr û çeteyên Dîfa El Wetenî û sûdarên din li Goristana Şehîdên Firatê gorên şehîdan xirab dikin.
Ji vê zêdetir jî Mizgefta Şiêtat a li beramberî goristanê wêran û talan dikin.
Sûcên çeteyên Newaf El Beşîr û yên Dîfa El Weten ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî nirx û baweriyên gelê Sûriyeyê ne cuda ne.
https://www.youtube.com/watch?v=2U73CushKac&feature=youtu.be



