Komeke çeteyên Dîfa El Watanî li Zîban in û aloziyan derdixin

Li gorî agahiyên ku li ji aliyê çavkaniyên QSD’ê ve hatiye ragihandin, komeke Dîfa El Watanî di bin navê êlên ereb de li bajarokê Zîban in.
Ev komên bi navê Dîfa El Watanî xelkê li ser derxistina tevliheviyê sor dikin.

Çavkaniyek leşkerî ji QSD’ê ji ajansa ANHA re aşkera kir ku çeteyên Dîfa El Watanî li gundewarê Dêrazorê di bi navê êlên ereb ên Dêrazorê de xelkê herêmê li ser tevliheviyê sor dikin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku komekÊN çeteyan, li bajarokê Zîban tev çek û ceblixaneya leşkerî bi cih bûne da ku li hember QSD’ê di bin navê êlên ereb de şer bikin.

Her wiha li gor agahiyan çeteyan cilên sivîl li xwe kirine û di bin navê êlan de tev digerin û tevliheviyê belav dikin.

El Asî: Heta paqijkirina herêmê ji çeteyan wê operasyon bidome

Back to top button