Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 23 Çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Minbicê aşkera kir.
Li gorî daxuyaniyê di bersivdayîna 4 rojan de 23 çete hatine kuştin:

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir di 1’ê Îlonê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişan kirin.

Hêzên wan jî bersiva êrişan dane.

Di encama êrişa çeteyan de, 4 zarok ji heman malbatê şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.

Gelek caran jî çeteyan bi hewildana belavkirina tirsê di nava şêniyan de bi topan û çekên giran êriş kirin.

Di encama êrişan de welatiyeke temenmezin a bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) şehîd bû.

Hin welatiyên din jî birîndar bûn, her wiha çeteyan birayê birîndaran ji mala wan revand.

Di 4’ê Îlonê de jî, çeteyan hewl dan derbasî noqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bibin.

Hêzên Meclisa Leşkerî, ew hewldan têk bir û çete neçar kirin ku birevin.

Di encamê de 23 çete hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Her wiha wesayîteke leşkerî hat rûxandin.

Êrişên li dijî gundewarê Minbicê hatin têkbirin

Back to top button