Êrişên li dijî gundewarê Minbicê hatin têkbirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên El-Bab El-Şerqî yên rizgarkirî têk birin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşa çeteyên dagirker a li dijî bejahiya Minbicê da.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî gundên El-Muhsinlî û Ereb Hesen ên Minbicê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan êrişa çeteyan têk birin.

Her wiha Meclisê destnîşan kir ku li gundê Xalidiyê hejmarek çete hatine kuştin, li gundê Ereb hesen erebeyek çeteyan hate jinavbirin.

Back to top button