Serokwezîrê Iraqê: Divê kujerên xwepêşanderan werin cezakirin

Duh serokwezîrê Iraqê bi parlamenterên Iraqê yên Kerkûkê re civiya û diyar kir ku divê kesên fitne derxistine û bûne sedema kuştina xwepêşanderan, werin cezakirin.

Li ser aloziya li Kerkûkê duh serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi parlamenterên parlamentoya Iraqê yên Kerkûkê re civiya.

Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa dawî ya li Kerkûkê hatiye guftugokirin û hatiye xwestin ku ewlekarî, aştiya civakî ya li Kerkûkê were parastin.

Hate diyarkirin ku Kerkûk weke mînaka jiyana hevbeş ya hemû pêkhateyên Iraqê ye, ji bo vê pêwîste aramî û ewlekariya Kerkûkê were parastin.

Her wiha li gorî daxuyaniyê serokwezîrê Iraqê ragihandiye ku divê kujerên xwepêşanderan û kesên fitneyê derxistine, li gorî yasayê werin cezakirin.

Back to top button