Rêveberiya Xweser: Divê helwestên zelal ji aliyên navneteweyî derkevin-HAT NÛKIRIN

Li dijî êrişa hovane gelek bertek hatin nîşandan. Rêveberiya Xweser, MSD’ê, TEV-DEM, YPG’ê û Kongra Star bi daxuyaniyên cuda êrişa dewleta Tirk a li dijî sivîlên Qamişlo şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze gelê Kurd tune bike. Bang li Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî jî hat kirin ku li hember êrişan helwesteke zelal nîşan bidin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a li dijî sivîlên Qamişlo şermezar kir.

Rêveberiya Xweser ev êriş bi gaveke metirsîdar bi nav kir û da zanîn ”Êriş dewama rêbazê qirkirina gel e”.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku êriş li pêş çavên Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û tevahî cîhanê pêk hat û ev got:

”Divê helwestên zelal ji van aliyan werin nîşandan û rê li ber gurkirina vî şerî bigirin”.

MSD’ê bang kir ku qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê pêkanîn

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û diyar kir ev êrîş ewlehî û aramiya herêmê dike armanc.

MSD’ê bang li civaka navneteweyî kir ku qedexeya qada hewayî li ser ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

TEV-DEM: Divê gelên herêmê li dijî êrişan bibin yek

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî li dijî vî sûcî daxuyaniyek da û ev got:

“Em TEV-DEM bi zêdebûna sûcên dewleta Tirk li dijî vîna gelê me, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirs dibînin ku nikarin van sûcên Tirkiyê bisekinînin.”

TEV-DEM’ê bang li hemû pêkhateyên herêmê kir li dijî êriş û gefên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Nûrî Mehmûd: Armanca êrişê qirkirina Kurdan e, bersiva pêwîst bê dayîn

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî bi daxuyaniyekê diyar kir armanca dewleta Tirk ya bi van êrişan qirkirina Kurdan e.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku wê ev êriş bêbersiv nemîne.

Kongra Star: Êrişa li dijî sivîlan sûcekî dermirovî ye

Li dijî heman bûyerê, Kongra Star jî bi daxuyaniyekê ev sûc bi sûcekî dermirovî bi nav kir.

Di daxuyaniya xwe de, Kongra Star destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze aramiya li herêmê têk bibe û bang li tevahî aliyên li herêmê, kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê êrişa dijî sivîlan şermezar kir

Li Herêma Firatê jî, Meclisa Rêveber bi daxuyaniyekî ev êriş şermezar kir û diyar kir ev êriş berdewama siyaseta Dewleta Tirk a ku aramî û ewlehiya gelê herêmê dike aramanc.

Meclisê bang li civaka navnetewî û dewletên garantor kir ku van êrîşên dewleta Tirk dijî gelê herêmê rawestînin.

Back to top button