Zelal Omer: Li dijî Coronayê em 24 setan di xizmeta gel de ne

Endamên Nexweşxaneya Kobanê derbarê tedbîrên ku li hemberî belavbûna Vîrûsa Korona li herêmê girtine axivîn û dan zanîn ku “wan gelek tedbîr girtine lê pêwîste gel jî zagonên Rêveberiya Xweser pêk bînin.

Di demeke kin de Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav bûye.

Ji bo ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsê were girtin, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyê 22’yê Adarê qedexeya derketina derve ragihand.

Her wiha kesên ji derveyî herêmê derbasî bajar bibin wê 14 rojan di bin karantînayê de bimîne, piştre bi biryara desteya tenduristiyê bi awayekî serbest bê berdan.

Desteya Tenduristî ya Kobanê ji ber rewşa Vîrûsa Korona 2 navendên karantîna û yek jî ji bo rewşa awarte vekirin.

Her wiha ji bo tedbîrên Vîrusa Korona 9 Ambulans, nêzî 90 text û hejmarek ji hemşîreyan hatine amedekirin.

Têkildarî vê mijarê Endamên Nexweşxaneya Kobanê nêrînên xwe derbarê tedbîrên ku li hemberî belavbûna Vîrûsa Korona li herêmê girtine anîn ziman.

Hemşîre Zelal Omer ku li navenda Miştenur ya awarte nobetê digire got:

Vîrus Korona li tevahî cîhanê belav bûye, ev vîrûsek ne ji rêzê ye û xetere.

Pêwîst dike ku gel di malên xwe de bin û her tim destên xwe bişon û li xwe miqate bin.

Rojane nobet tên girtin, niha tu kes bi şewba vîrûsê neketine, em jî bi tedbîr 24 saetan nobetê digirin.

Hozgar Ebidrehman ya ku perwerde li ser cîhazê têstkirina Corona dîtiye got:

Dema desteya Tenduristî cîhaz bi dest xist em 3 kes ji Kobanê derbasî perwerdeyê bûn.

Me perwerde li ser cîhaz dît, çawa ku bi me re diyar bike ev kes bi vîrûsê ketiye an na.

Dema ku kes bi vîrûsê bikeve wê demê yekser bijîşk eleqedar dibin, banga min ji tevahî gel re heye ku her kes li malên xwe bimîn û jiyana xwe biparêzin.

Back to top button