Îran: Amerîka hewil dide, krîza Coronayê li dijî me bi kar bîne

Desthilata Îranê ragihand ku Amerîka hewil dide, krîza Coronayê bi kar bîne û Îranê bikişîne maseya danûstandinan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî, îro ji çapemaniyê re li ser krîza ku vîrûsa Corona derxistî axivî.

Ebas Mûsewî destnîşan kir ku Amerîka hewil dide ku krîsa Coronayê bi kar bîne û Îranê bikişîne danûstandinan.

Mûsewî got:

Ger Amerîka naxwaze cazayan li ser Îranê rake, nexwe bila alîkariyên ji aliyên dewletên cuda asteng neke.

Em ti xêrê ji Amerîkayê hêvî nakin, tenê em dixwazin belaya xwe ser me rake.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî, diyar kir ku ger cudakariya navbera welatan de bi dawî bibe, wê Îran karibe pereyan ji banga navdewletî ya NY werbigire.

Back to top button