Rêveberiya Xweser banga destekê li Civaka Navdewletî kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo rêgirtina li ber vîrûsa Coronayê banga alîkariyê li Koalîsyoan Navdewletî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî kir.

Rêveberiyê diyar kir ku eger desteke lezgîn ji bo herêmê neyê pêşkêşkirin, wê herêmê bi karîsetekê re rû bi rû bimîne.

Nemaze ku hejmara koçber û penaberên li herêmê asta derfetên Rêveberiyê derbas dike.

Ji bo rûbirûbûna metirsiya vîrûsa Coronayê, heta niha ti sazî û rêxistinê navdewletî alîakrî pêşkêşî herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî nekirine.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê banga alîkariyê ji Rêxsitina Tenduristiyê ya Cîhanî û Koalîsyona Navdewletî kir.

Rêveberiya Xweser: Derfetên heyî têra rûbirûbûna Coronayê nakin

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Binesaziya herêmên Rêveberiyê ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê zirareke mezin dîtin, bi taybet binesaziya tenduristî.

Lewre derfetên heyî têra rûbirûbûna vîrûs nakin.

Rêveberiyê îşaret bi wê yekê jî kir ku ji ber hejmara mezin a koçber û penaberên li herêmê, bi taybet li Kampa Holê, eger desteke lezgîn neye pêşkêşkirin, wê herêm rastî karîstekê bê.

Tevlîbûna erka xweparastinê heta 3 mehan tê pêşxistin

Di daxuyaniyê de hin biryarên din jî wek tedbîr hatin ragihand.

Ji wan:

-Heta qedexekirina derketina derve hebe wê pakêtên alîkariyê li ser gel bên belavkirin.

-Fatoreyên av, keherebe û paqijiyê yên dewreya sêyemîn ên vê salê wê neyên standin.

-Tevlîbûna Erka Xweparastinê heta 3 mehan tê paşxistin.

Rêveberiya xweser spasiya ekîpên tenduristî. ewlehî û paqijiyê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di dawiyê de tekez kir ku heta niha ti rewşên bi vîrûsa Coronayê li herêmên Rêveberiyê tune ne û spasiya ekîpên tenduristiyê, Hêzên ewlekariyê, Şaneya Aloziyê û Şaredariyan li ser ked û xebata wan kir.

Back to top button