Şêniyên Tirbespiyê: Li dijî tecrîdê divê em şev û roj bixebitin

Welatiyên ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku ramanên rizgariyê yên Rêber Apo ne li gor siyasetên pergalên serdest in ku li ser kuştin, wêraniyê û înkarkirina gelan ava bûne.
Ji ber wê banga meşandina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Welatiyên ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê bi şev û roj têkoşînê bikin.

Welatiya bi navê Fehîme Temo got:

“Dewleta tirk ji ramanê Rêber Apo ditirse.

Em jî wekî jî li ser ramanê wî her dem xwe pêş bixin.”

Welatiya bi navê Şaha El Keno jî destnîşan kir ku Rêber Apo jin ji avzêya koletiyê derxist û ev nirxandin kir:

“Dewleta Tirk naxwaze ramanên rizgariyê yên Rêber Apo bigihêjin civakê ji ber wê, tecrîdê lê giran dike”

Welatiya bi navê Lama Mihemed jî hevkariya navneteweyî û bêdengiya wê li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Welatiya bi navê Dîlber Namo jî dazanîn ku ramanê Rêber Apo jin ji zihniyeta baviksalarî rizgar kir; divê em şev û roj li dijî tecrîdê têbikoşin.

Back to top button