Efrîn-Bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk a meha Tebaxê

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe bi awayekî hovane li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî didomîne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tebaxê de jê 6 jin, 62 welatî revandin û 4 avahiyên mêtingeriyê bi hevkariya rêxistinên îxwanî ava kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî yên revandin, kuştin, destdirêjî, guhertina demografiyê û birîna daran li ber çavê cîhanê didomîn e.

Rêxistina Mafê Mirovan: Welatiyê bi navê Elî Nûrî ji gundê Anqele hat kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye da zanîn ku di meha Tebaxê de welatiyê bi navê Elî Nûrî-65 yê ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hat kuştin.

”62 welatî hatine revandin – jinek rastî destdirêjiyê hat”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 62 welatî ji nav wan 6 jin revandin, yek ji wan jinan ji aliyê çeteyan ve rastî destdirêjiyê hat.

Kesên hatine revandin ji wan welatiyên ku bi sozên derewîn ên ENKS’ê bawer kirine û li Efrînê vegerîne.

Çêkirina avahiyên metîngeh li Efrînê didome

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, axavakirina metîngehan didomîne

Rêxistinê ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê avahiyeke metîngehê ya bi navê “Ehil El Xêr bi alîkariya saziyên îxwanî û tirkiyê li nêzî gundê Keferûmê yê navçeya Şera ava kir û dest bi bicihkirina malbatên çeteyan tê de kir.

Her wiha heman çavakaniyê diyarkir ku avahiyeke mêtingeriyê ya nû jî li nêzî gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa bi hevkariya rêxistinên Kendava Ereban ava kir .

Li bakurê navçeya Cindirêsê û gundê Miryemînê yê navçeya Şêrawayê jî avahiyên mêtîngeh hatin avakirin.

Back to top button