Tahran ji bo hilberina Uranyuma metal dest bi xebatê kiriye

Rêvberiya Îranê êdî bi eşkere gefan li Amerîka dixwe.
Tahranê ji bo bidestxistina Uranyuma Metal dest bi xebatan kiriye.
Ev Uranyum di karanîna çekên nukleerî de tê bikaranîn.
Bivê yekê re hem gef li Trump û hem jî ji bo Joe Bide yê erkê serokatiya welat dewir bigre jî peyam tê dayîn.
Rêveberiya Trump ku 6 roj demê xwe maye, cezayên din li 3 kesayetên Îran û 16 saziyan ferz kirin.

Îran bi awayekî eşkere gefan li Amerîka û rêveberiya wê dixwe.

Tahran vê yekê jî bi daxuyaniyên zêdekitirna uranyumê pêk tîne.

Balyozê Îranê yê Dayîmî li NY Kazim Xerîb Ebadî bi peyameke li ser hesabê xwe yê twitterê careke din gef li Amerîka xwar.

Ebadî got,

Ji bo Reak-tora Lêkolînê ya Tahran dest bi xebatên çêkirina beşek sotemeniyê ya Ar-Ge hatiye kirin.

Di peyama Ebadî ya li Viyanayê weşandî de diyar dike ku ji bo vê xebatê wan Ajansa Enerjiya Atom a Navnetewî (UAEA) agahdar kirine û di pêvajoya despêkê de, wê ji bo bidestxistina uranyuma metal, uranyuma xwezayî bikar bênin.

Li aliyekî din li gorî peymana 2015’an ku di nava Îranê de weke peymana nukleerî ya Îranê tê naskirin, nabe ji bo zêdekirin û pêşxistina wê xebat werin kirin.

Her wiha ji ber ku Uranyuma Metal, di çekên nukleerî de tê bikaranîn weke mijareke pir hestiyar tê dîtin û nirxandin.

Waşîngton cezayên din li Îranê ferz kir

Amerîka jî dixwaze bi rêya ceza û zextan Îranê bide rawestadin.

Rêveberiya serokê berê yê DYA`yê Donald Trump doh cezayên din li 3 kesayetên Îranî û 16 saziyan ferz kirin.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê bi bîr xist ku ceza li dijî du rêxistinên Îranî ku di bin kontrola Ayatullah Elî Xamînî de hatine ferzkirin.

Wezîrê gencîneyê Stephen Mnuchin got, her du rêxistin desteka aboriya rejîma Îranê ya xirab dikin.

Back to top button