Çeteyan li Efrîn ji gundê Xezawiyê ê Şêrawa 5 kes revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk ya li herêmên dagirkirî roj bi roj zêde dibe.
Çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa de girtin û 5 kes revanadin.
Li aliyê din çeteyên dewleta Tirk li Efrîn û Ezazê zarokan dikin leşker

Hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî û bi taybetî jî li Efrînê her diçe zêde dibe.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên koma bi navê Feyleq El-Şam a dewleta Tirk 2 jê Êzîdî, 5 kes ji gundê Xezawiyê ya Navçeya Şerawa revandin.

Hat ragihandin navên kesên hatine revandin wiha ne:

Zerdeşt Ebdulezîz Birîmo (33) yê Êzidî.

Xelîl Ehmed Birîmo (35) yê Êzidî,

Rênas Behrî Kêfo.

Betal Mihemed Nûr Kêfo û Silêman Zekî Mistefa.

Hat diyar kirin, çeteyan kesên revandî ber bi cihek ne diyar ve birin û ji her malbatê 1500 lîreya Tirkî xwest.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrîn û Ezazê zarokan dikin leşker

Tora çalakvanên Efrînê jî ragihand ku çeteyên “Cebha El-Şamiyê” yê girêdayî dewleta Tirk li Efrîn û Ezazê zarokan dikin leşker.

Tora çalakvanên Efrînê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragihand ku wan hin belge bi dest xistine.

Di belgeyan de zarokên ku di salên 2009’an û 2007’an de ji dayikbûne, tevlî çeteyan hatine kirin.

Komên çete, zarokan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û dikin leşker û mejiyên wan bi fikrên tundraw tije dikin.

Back to top button