Serokê Wîfaqê li Enqereyê ye.. dê digel serçeteyan bicive

Serokê hikûmeta Wîfaqê Fayiz El-Serac duh ji Romayê berî da Enqereyê, da ku beşdarî civîna ewlehiyê ya 16 serçeteyên komên çete yên li Lîbyayê, bibe.

Li gorî malpera Nova ya Îtalî, Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte duh Serokê Wîfaqê Fayiz El-Serac bê ku were ragihandin, li biryargeha hikûmetê pêşwazî kiribû.

Giuseppe Conte di hevdîtinê de, teqeziya geşedan û xurtkirina têkiliyên hevkariyê digel Lîbyayê kir.

Piştre, El-Serac berî da Enqereyê, da ku bi serçeteyan re bicive.

Komîteya Şêwirmendiyê çarşemê li cinêvê dest bi civîna xwe dike

Li aliyekî din, Çarşema bê, Komîteya Şêwirmendiyê ya Dilaloga Siaysî ya Lîbî li bajarê Cinêv ê Swîsreyê dest bi civîna xwe dike.

Li gorî agahiyan, dê di civînê de, nelihevkirina li ser mekanîzmeya bijartina desthilata serweriya nû, ji holê were rakirin û rêjeya xwestî ya temamkirina pêvajoya dengdana li ser mekanîzmeya bijartî, bê destnîşankirin.

Back to top button