Jin bi diruşma ” Jin Jiyan Azadî ” 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya 25’û Mijdarê di nava çalakiyan de ne. Jinan di çalakiyên xwe de berxwedana gelê Rojava a li dijî êrişên qirkirinê silav kirin û diyar kirin ku têkoşîna jinên kurd bû mînak ji hemû jinên cîhanê re û gotin: ” li dijî xiyanetê û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî”

Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê jinên Mexmûrê bi boneya roja têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê meşiyan.

”TêkolînaJinên Kurd bû mînak ji tevahî cîhanê re”

Di meşê de daxuyaniyek li ser navê jinên Waregehê, Nûran Sezgîn axivî û balkişand ser têkoşîna jinan ya li dijî desthilatdariyê û hevgtina jinan a cihanî.

Piştî daxuyaniyê şanoyek bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ hat pêşkêş kirin û meş bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Jinên Ciwan ên ranyayê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiyek lidarxisti

Bi boneya 25’ê Mijdarê li Ranya jî Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, jin jiyan azadî” çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de belavok û pirtûkên ji bo hişmendiya jinan, Jinelojî û Kovara jinê hatin belavkirin.

Li germiyan pêngava çalakiyên 25’ê Mijdarê hat ragihandi

Encûmena Bilind a Xaniman li Germiyan jî pêngava çalakiyên ji bo 25′ Mijdarê ragihand.

”Divê mamoseteyên olî li ser tundiya li ser jinê biaxivin’

Encûmenê daxwaz ji mamostayên olî kir li dijî tundiya li ser jinê ji gel re baxivin û gotin;

”Destpêkê pêngava çalakiyan li bajaroka Çoman ku rêjeya herî kêm ya tundiyê lê heye, hat ragihandin.

Li Kelarê jî me li ser Qelaya Şêrwan bi pêxistina gulup û hilawistina ala pirteqalî pêngava çalakiyan ragihand.”

Jinên ereb ên şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da

Jinên Ereb ên Şengalê jî bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyekî dan û diyar kirin ku ew ê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tekoşîna xwe bilindtir bikin û gotin: ”Pêwîste em hemû yek dest bin û bi hêz bin da ku em civakên xwe biguherînin.

Back to top button