Çalakî û berxwedana gelê herêmê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Îro jî li dijî li gelek deveran çalakî hebûn û banga girtina qada ezmanî ya herêmê hate kirin.
Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê a li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk didomin.
Çalakiya Konvedanê ya li ber ofîsa NY ya li Qmaişlo di roja 14. bi beşdariya rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir.
Rojnamevanan êrişên li ser sivîl û bi taybet ên li ser zarokan şermezar kirin.
Hate diyarkirin ku ev sûcên li dijî gelê herêmê tê kirin dijî exlaqên mirovî ne û hate gotin:
“Divê hêzên navnetewî rê li ber êrişan bigre û hesab ji dewleta Tirk bipirse. Em bang dikin ku qada ezmanî li balafirên şer were girtin.”
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê ny û rêxistinên mafên mirovan rê li ber êrişan bigrin
Meclisa Jinan a Rêveberiya Dibistanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têkildarî êrişên dewleta Tirk û armancgirtina sivîlan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrişan hate şermezarkirin û bang li NY û rêxistinê mafên mirovan hate kirin ku rê li ber êrişan bigrin.
Li Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçer li dijî êrişan meş hatin lidarxistin
Her wiha li Girkê Legê, Çil Axa û Til Koçer gel daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Di xwepêşandanan de banga girtina qada ezmanî hate kirin û hate gotin: “Li hember van êrişan em ê li rex hêzên xwe bin û parastina axa xwe bikin.”
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûrî: Sûcên ku dewleta Tirk dike sûcên şer e
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî jî bi heman armancê li kampa Serdem daxuyanî da.
Rêxistinê bal kişande li ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hedef girtina cih û warên koçberên Efrîn û diyar kir ev êriş êriş sûcên şer in û divê bên rawestandin.
Her wiha Rêxistinê bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan kir ku helwestê nîşan bidin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêx Meqsûd banga girtina qada ezmanî kir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêx Meqsûd ya Helebê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.
Meclisê da zanîn ku ev êriş li pêş çavê Cîhanê çêdibin, lê kes deng ji xwe nayne û got: “Êrişa duh ya li ser Til Rifetê nîşaneya bêexlaqî û wijdaniya dewleta Tirk e, dewleta Tirk bi xwe terorê dike.
Em bang li dewletên navnetewî dikin ku qada ezmanî li ber balafirên dewleta Tirk bigrin.”
Kongra Star: Divê rêxistinên mirovî bi erka xwe rabin û êrişan rawestînin
Li Helebê jî Kongra Star daxuyanî da.
Kongra Star diyar kir armanc ji van êrişan têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê ye û got:
“Berpirsiyarê yekem yê van êrişan sazî û rêxistinên mirovî yên Cîhanê ne ku ev êriş li ber çavên wan çêdibe, lê bê helwest dimînin.
Divê bi erka xwe rabin.”
Zarokên Şehîdan: Topên dewleta Tirk me natirsînin
Zarokên şehîdan ên Kobanê jî êrişên li ser zarokan şermezar kirin û gotin,
“Dewleta Tirk êrişê navendên perwerdeyê dike.
Em ji topên dewleta Tirk natirsin, em ê xwendina bi zimanê xwe bidomînin.”
Li Minbicê Rêveberiya sivîl êrişên Tirkiyê şermezar kir
Her wiha li Minbicê ji aliyê Rêveberiya Sivîl ve daxuyanî hate dayîn û êrişa duh a li ser Til Rifetê hate şermezarkirin.
Rêveberiya Sivîl da xuyakirin ku dewleta Tirk a hov her roj êriş û komkujiyeke nû li dijî gelê herêmê de pêk tîne û got: “Divê hêzên navnetewî helwesta xwe li hember van êrişan zelal bike.
Em ê li dijî van êrişan herdem li ser piyan bin û li ber xwe bidin.”