HPG’ê: Li herêma Zapê 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêma Zapê li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin. HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin û derb li kepçeyekê hate xistin. Herwiha HPG’ê ragihand aratêşa dagirker ku sûcên şer dewam dike, dîsa bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîlayan nikare encamê bigre, bikaranîna hemû cureyên teknîkê sûcê şer didomîne û wiha got,

“Li dijî vê yekê, berxwedana destanî ya hêzên me ya li qadên Werxelê, Şikefta Birîndaran û Karker 5 meh in dewam dike.

Di vê pêvajoya şer de artêşa Tirk a dagirker tevî êrişên xwe yên bi teknîkê jî nikaribû hêzên xwe ji ezman de li her derê dayne û bi cih bike.

Ji ber vê jî dixwazin bi kepçeyan rê vekin, bi pêşde werin û xwe bighînin çeperên şer. Lê tevî ku artêşa dagirker sûcê şer dike û bi derfetên xwe yên teknîkî şerekî qirêj dimeşîne jî, ji ber derbên hêzên gerîla windahiyên mezin dide.”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 24’ê Tebaxê hêzên dagirker xwestin li Qada Şikefta Birîndaran bi pêşde werin.

Pêşî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin kuştin.

Dagirkerên ku nikaribûn bi pêşde werin bi wesayîtên zirxî û kepçeyan rê vekirin û xwestin xwe bighînin çeperên şer.

Li vê derê ji du aliyan ve li dagirkeran hate xistin. Di çalakiya baskê yekemîn de a ku bi çekên giran pêk anîn derb li kepçeyê hat xistin. Di çalakiya baskê duyemîn de jî ku bi rêbaza sekvaniyê hate kirin, dagirkerek hate kuştin.

25’ê Tebaxê li Qada Karker tîmên bi tevger bi çekên giran li komeke dagirkeran xistin ku ketibûn nava tevgerê. Di encama vê çalakiya bi çekên giran de 2 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 23’ê Tebaxê li Girê Cûdî bi çalakiya sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.”

HPG’ê: Artêşa Tirk a ku sûcê şer didomîne 8 caran çekên kîmyewî bikaranî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî, 23 caran bi helîkopteran, 26 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebaran kir.

Back to top button