Vê sibehê, ji ber barana xurt, careke din li Hewlêrê lehî rabû.
Lehiyê çûnûhatin sekinand û hişt ku gelek qeza jî çêbibin.
Li çend taxên Hewlêrê, şevê din dereng û heta se’etên sibehê baraneke xurt bariya.
Vê baranê hişt ku li wan taxan lehî rabe.
Rêyên sereke di bin avê de man û gelek erebe jî asê man.
Û avê bi ser gelek mal û dikan de girt.
Lehiyê trafîk jî sekinand û hişt gelek qeza jî çêbûn.
Ji ber ku trafîk sekinî xwendekaran nekarîn biçin dibistanê û kargeh girtî man.
16’ê Kanûna 2021’ê jî, li Hewlêrê lehî rabûbû.
Hingî, zarok jî di nav de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Şêniyên Hewlêrê: Ti planeke hikumetê ji bo pêşîgirtina li ber van lehiyan nîne
Li ser van lehiyên dawî, plan û erkên hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hember wan, şêniyên Hewlêrê bertek nîşan dan.
Şênî dibêjin “Ti pilanek hikûmetê ji bo pêşîgirtina li ber van lêhiyan nîne.”