Serokê Srî Lanka birayê xwe ji erkê serokwezîrtiyê digre

Çalakiyên Srî Lanka ya ji ber krîza aborî û siyasî li welat despê kirî nêzî armancê dibe. Ji ber zexta zêde ya gel, serokê welat Rajapaksa birayê xwe ji erkê serokwezîrtiyê digre.

Di dema ku welatê Srî Lanka ya li Asyaya Başûr ji sala 1948’an ve bi krîza aborî ya herî xirab re têdikoşe, bertekên li dijî desthilatdaran ranawestin.

Dema ku ragihandina rewşa awarte ya li welêt bi ser neket, Serokdewlet Rajapaksa dest bi derxistina endamên malbata xwe yek bi yek ji nava hikumetê kir.

Rajapaksa ku her du birayên xwe Chamal, Basil û biraziyê xwe Namal ên di hikûmetê de ji wezîfeyê girtin, qebûl kir ku birayê xwe yê mezin Mahinda Rajapaksa yê serokwezîrê welate ji erk bigre.

Serokomar û cîgirê berê Maithripala Sirisena piştî hevdîtina bi Rajapaksa re li ser mijarê nirxandin kirin.

Sirisena diyar kir ku Rajapaksa pêşniyara hikûmeta demkî qebûl kir û pejirandiye birayê xwe yê mezin Mahinda ji posta serokwezîrtiyê dûr bixe.

Parlamenter Sirisena diyar kir ku Rajapaksa ji bo diyarkirina serokwezîrê nû û kabîneya ku ji hemû partiyên li Meclîsê pêk tê, tayînkirina konseya neteweyî jî qebûl kiriye.

Ji Nîsanê ve li welat li dijî krîza aborî û siyasî xwepêşandan pêk tên.

Back to top button