Devera dewleta Tirk a dagirker lê be, cihê aramiyê lê tune ye.. Li Babê ya dagirkirî, pevçûn û şer di navbera hin malbat û çeteyên Sultan Murad de derket.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, şevê din navbera malbateke çekdar û çeteyên Sultan Murad li bajarê Babê şer derket.
Rêyên taxa ku şer lê qewimî hatin qutkirin û şêniyên wê jî di nav tirsê de bûn.
Ji bo sekinandina pevçûnê, şêniyên Babê banga alîkariyê kir.
Çavdêriya Sûrî duh jî, diyar kiribû ku şer di navbera 2 malbatên çekdar de, li bajarê Exterîn ê bakur Helebê derketibû.
Li van herêmên li jêr dagirkeriya dewleta Tirk, rojane şer û pevçûn derdikevin.