Îro 900 girtiyên Talîbanê hatin berdan

Meclisa Asayîşa Efxanistanê ragihand ku bi fermana serokkomarê Efganistanê, 900 girtiyên din ên tevgera Talîbanê hatin berdan.

Li gorî daxuyaniya Meclisê, ji bo berdewamkirina agirbestê û destpêkirina giftûgoyên rasterast ên di navbera hikûmeta Efxanî û Tevgera Talîbanê de, bêyî ti mercî girtî hatin berdan.

Ji ber vê yekê, bi fermana serokkomarê Efxanistanê Mihemed Eşref Xenî îro 900 girtiyên Talîbanê ji zindanan derketin, duh jî 100 girtî hatibûn berdan.

Bi boneya cejna Remezanê, Talîban 3 rojan agirbest ragihandibû, li beramberî wê jî, serokkomarê Efxanistanê biryara berdana 2 hezar endamên Talîban da.

Back to top button