Emîr Hacî Kemal: Bêdengiya partiyan, cihê şermezarî û mixabiniyê ye

Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Emîr Hacî Kemal da xuyakirin ku bicihkirina hêzê li Zînî Wertê, wê bibe sedema bobelateke mezin.

Kemal diyar kir ku bi afirandina zloziya Zînî Wertê, planên metirsîdar ji bo têkbirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene.

Kemal der barê şandina hêTza ji bo Zînî Wertê de got:

“Pêwîstî tune bû ku PDK’ê hêzeke xwe bişîne bilindahiya Zînî Wertê, tenê dikarîbû deriyekî asayîşê nêzî wê bi cih bikira.”

Emîr Hacî Kemal da zanîn ku bêdengiya partiyên Kurdî cihê şermezariyê ye û ji bilî berjewendiyên partîtî, malbatî û kesayetî, tiştekî din tune ye.

Aloziya Zînî Wertê ya ku ji ber çûyîna hêzeke pêşmergeryên PDK’ê derketibû, heta roja îro dewam dike.

Back to top button