TEV ÇAND: Ti hêz nikar dengê gelekî hunermend ji dinyayê qut bike

Saziyên çandê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî operesyonên qirkirina siyasî yên li dijî hunermend, rojnamevan û siyasetmedaran daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji bo hilbijartinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, him hêzên demokrat û him jî hêzên faşist, her kes ji bo serketinê di nava liv û tevgerê de ne.

Encamên van hilbijartinan wê dewleta Tirk, Bakurê Kurdistan, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi tevahî jî derbasî qonaxeke nû bibe.

Pêwîst e her kes cidiyeta vê qonaxê bizanibe, heger careke din faşizma AKP-MHP bi serbikevin, dê tevahî gelên herêmê yên kevnar rû bi rûyê komkujiyê bimînin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rûxandina pergala Îmraliyê hate kirin û ev yek hate gotin:

“Heta ku pergala Îmralî nerûxa, Hevdîtin bi Rêber Apo re çênebin û pêvajoya aştiyê destpê neke, ne pêkane hêzên demokrat bi sernekevin.”

Em wekî nivîskar û hunermendên herêmê li pişta wan hevalên xwe yên hunermend in, hêvî yek e, deng û reng yek e, doz û serkeftina me yek e.

Back to top button