Saziya Dij Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên cuda cuda yên Iraqê rêze operasyon hatine li darxistin.
Di encama van operasyonan de 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyonan de li parêzgehên Musil, Enbar û Silêmaniyê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Her wiha Saziyê da zanîn ku, li navçeya Seqlawîye ya Enbarê çeteyeke Daîş’ê hate girtin.
Li bajarokê Eyadîyê yê Musilê jî depoyek a teqemeniyan ku bombeyên hewan, mûşek û teqemeniyên cur be cur tê de bûn hate desteserkirin.
Saziya Dije Terorê diyar kir ku li Silêmaniyê jî 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û di operasyona dawî li Musilê jî çeteyek hate girtin.