KJK’ê, pêngava ‘Em ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin’ da destpêkirin

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, pêngava “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” da destpêkirin.

KJK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em weke Tevgera Jinên Kurd, armanc dikin ku bi pêngaveke nû xebatên xwe yên azadiyê hem li herêmê hem jî li cîhanê pêş bixin.”

Daxuyaniya KJK’ê ya ji bo 8’ê Adarê wiha ye: “Dema ku em ber bi 8’ê Adara 2023’an Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve diçin, em dibînin ku têkoşîna me ya azadiya jinê ne tenê rojekê li her kêliyê, her dem û cihan belav bûye.

Di vê çarçoveyê de îdeolojiya azadiya jinê ya jineolojiyê, paradîgmaya azadiyê, berxwedana jinê û rêxistina me di lezkirina mirovahiyê ya ber bi bedewî, wekhevî, edalet û azadiyê de xwedî roleke pêşenge.

Em Şehîdên Azadiya Jinê bi minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna şoreşa jinê nû dikin.

Têkoşîna me ya azadiya jinê wê teqez bi ser bikeve û zilamtiya serdest a qirêj, bêexlaq, bêwijdan wê winda bike.

Back to top button