Li Îranê..Herî kêm 21 kes mirin û 47 jî birîndar bûn

Li Îranê trêneke rêwiyan ji rê derket.
Li gorî encamên pêşî, di qezayê de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 47 jî birîndar bûn.

Dema trêna rêwiyan ji bajarê Meşhedê ber bi yê Yezdê ve diçû, li nêzî sînorê devera Tebesê ji rê derket.

Eşkere bû ku sedema qezayê lihevketina trênê û erebeyeke kar bû.

Di bûyerê de 5 vagonên trenê ji rê derketin.

Alîkarê Saziya Rêyên Hesinî Mîr Hesen Mûsewî, ragihand ku di trênê de 348 kes hebûn.

Li gorî encamên pêşî di qezayê de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha bêtirî 47 mirov jî birîndar bûn.

Ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, metirsî heye ku jimara qurbanan zêde bibe.

Back to top button