Îro dîsa dagirkeran berê topên xwe da herêmê.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Şehbayê topbaran kir.
Danê sibehê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Um Hoş ê Şehbayê topbaran kirin.
Li hêleke din Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê raghand duh derengî şevê gundên Seyda û Yalinlî ên Minbicê hatin topbaran kirin.
Gundê Tewîla yê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê jî, li beramberî rêya M4 e rastî êrişan hat.
Dagirkeran gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê jî topbaran kir.
Top rasterast li 2 malan ket.
Di encamê de jina bi navê Nedra Zekeriya Elî ku ji gundê Eyn Darê ye birîndar bû.