Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed bal kişand li ser hevkariya PDK’ê di êrişên dewleta Tirk ên dawî li ser Başûrê Kurdistanê û bi tundî şermezar kir.
Telal Mihemed teqez kir ku ev kirin rê li ber parçebûna gelê Kurd vedike.
Êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û taybet hevkariya PDK’ê ya di van êrişan de, nerazîbûnên tund bi xwe re anîn.
Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed der barê vê mijarê de ji ajansa Hewarê re nirxandin kir.
Telal Mihemed destnîşan kir hemû êrişên li dijî gelê Kurd, bi sedema hevkariya hin aliyên navxweyî bi dijminan re ye.
Telal balkişand li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û teakez kir ev yek li dijî qanûnên Navneteweyî ye.
Telal Mihemed: Armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahî Kurdistanê ye
Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk, şerê hemû hêzên Kurdistanî dike ne tenê yê PKK’ê dike û armanca wê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye.
Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed dawiyê ev bang kir .



