Parlementera Kurd Emîne Kakabawe, rê li ber aloziyeke mezin girt

Doh li parlementoya Swêdê daxwaznameya li dijî wezîrê edalet û karê hundir Morgan Johansson ket dengdanê.
Lê ji ber helwesta parlementera Kurd Emîne Kakabawe, daxwazname nehat qebûlkirin.
Bi vî awayî hikumet ji hilweşînê hat rizgarkirin û pêşî li aloziya siyasî hat girtin.

Li Swêdê partiyên muxalefetê bi hinceta ku li dijî çeteyên êrişkar bi ser neketiye, 2’ê Hezîranê li hemberî wezîrê edalet û karê hundir Morgan Johansson daxwazname pêşkêşî meclisê kir.

Qebûlkirina vê daxwaznameyê wê rê li ber ketina hikumetê vekiriba.

Parlementoya Swêdê ji 349 endamî pêk tê.

Û ji bo qebûlkirina daxwaznameyekê pêwîstî bi 175 dengên erê heye.

Di encama dengdayînê de partiyên muxalefetê negihiştin armanca xwe.

Sedema vê jî helwesta parlementera Kurd Emîne Kakabawe bû.

Ji ber ku Emîne Kakabawe bê alî ma, hejmara 175 dengê erê nehat bidestxistin.

Emîne Kakabave: Ji ber baweriya hate dayîn, ez bê alî mam

Beriya dengdanê parlementera Kurd axaftinek kir û got;

Baweriyên ku min daxwaza wan ji Hikûmeta Swêdê kirî bicih hatin.

Yek ji wan parastina serweriya Swêdê ya li hemberî gefên serok-komarê Tirk Erdogan e.

Erdogan niha li dijî Kurdan siyaseteke nijadperest birêve dibe.

Emîne Kakabawe beriya niha di mijara serlêdana Swêdê ya NATO’yê de wiha gotibû:

Nabe ku Swêd stûyê xwe li hemberî zextên Tirkiyê bitewîne.

Di vê navberê de çapemeniya Swêdê ragihand ku beriya dengdayînê, hikumeta welat pêwendî li gel rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, hikumetê ji rayedarên Rojava xwestin da ku di mijara helwesta Emîne Kakabawe de bi wan re bibin alîkar.

Back to top button