Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, tevgera ciwanan û Desteya Perwerdeyê li dijî madeyên hişbir dest bi hemleyê kiribû.
Hemle hîn jî didome.
Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Kobanê Elaedîn Kino Eto destnîşan kir ku wan Hemle li dibistanan û Zanîngeha Kobanê, komîn, saziyên Rêveberiya Xweser û di nav gel de hat destpêkirin.
Semîner derbarê hişyarkirina ji madeyên hişbirê hatin dayîn.
Ji destpêka sala 2023, heta niha 493 semîner hatin dayîn.