Hêzên Asayişê jî bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li Dêrazorê di heman operasyonê de şehîd bûye, eşkere kir.
Navenda Ragihandina Giştî ya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî şehadeta endamê xwe yê şehîd ” Enes El Rehal ” got:
Endamê me ” Enes El Rehal ” îro Çarşemê 30’ê Tebaxê, di hemla “xurtkirina Ewlehiyê” şehîd bû.
Şehîd “Enes” beriya 5 salan li Tebqayê tevlî nava Hêzên Asayişê bû.
Bi vê yekê dest bi têkoşîna xwe ya xizmetkirina welat kir û bi pêşkêşkirina erkên xwe, bar hilgirt.
Xwedî rihekî hevaltî û berpirsyr bû, bi fedekariyeke bilind karê xwe dida meşandin.
Hêzên Asayişê diyar kir ku Enes yek ji rêhevalên ku bi hezkirin û dilsoziya xwe ya ji bo xak û gelê xwe dihate naskirin, di şerê li dijî çetan de xwedî cesaret û lehengiyê bû.
Asayişê dawiyê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza parstina herêmê û bidestxistina serketin û azadiyê da.
Li gorî navneda Ragihandina Giştî ya Asayişa nasnameya şehîd weha ye.
Nav û paşnav: Enes El-Rehal
Navê Bav: Îsa
Navê Dayikê: Şêxe
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Tebqa 21.12.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 30.08.2023